Li Merîwanê 3 kolber mirin 3 birîndar bûn-NÛ BÛ

Hate ragihandin ku li Merîwanê wesayîta ku kolber tê de bûn qelibî û di encamê de 3 kolber jiyana xwe ji dest dan, 3 kolber jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên xwecihî îro êvarî li herêma Hewraman a Merîwanê wesayîta ku 6 kolber di nav de bûn qelibî.
Hate diyarkirin ku di encama wê qezayê de 3 ji wan 6 kolberan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane û 3 kolberên din jî birîndar bûne. 
Heya niha navê 3 kolberan ku jiyana xwe ji dest danî wiha ye: Hamid Ebdullahî, Cebar Esedî û Bextiyar Êywezî ku ji gundên Qelaşêxan a Sine û Tûwesoran a Merîwanê ne.

navê sê kolberên birîndar hê nehatiye zanîn.