Li Merîwanê 2 kolber hatin kuştin

Hêzên rejîma Îranê li Merîwanê êriş birin ser kolberan. Di encamê de 2 kolber hatin kuştin.

Hêzên rejîma Îranê li nêzî bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê êrîş birin ser kolberan.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, hêzên supayê pasdarên Îranê li gundê Tete yê girêdayê bajarê Merîwanê gule li kolberan barandin.

Di encama gulebaranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û kolberek jî di dema êrîşê de ji zinar kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hate gotin, hêzên rejîmê 500 kolber jî destgîr kirine û dest danîne ser kelûpelên wan.

Pêr jî li ser sînorê Çaldiranê hêzên rejîma Îranê êriş biribûn ser kolberan.

Di wê êrişê de jî kolberê bi navê Ramîn Bilixkanlû birîndar bûbû.