Li Mêrdînê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê, lid ijî kiryarên kêfî yên îdareyê û binpêkirina mafên mirovan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Greva birçîbûnê wê 5 rojan carekê bi dorvegerî bi komên ji 3 kesan pêk were.
Parêzeran diyar kirin ku weke koma destpêkê Sûphî Soylemez, Alî Tûna û Dervîş Akyurek dest bi greva birçîbûnê kirine.