Li Mêrdînê dorpêçî jî berxwedan jî didomin

Li Mêrdînê xwepêşandanên li dijî dagirkirina şaredariyan di roja 8'an de ne. Polîsên Tirk wekîlên HDP'î dorpêç kirin û nehiştin ku rojnamevan karê xwe bikin.

Li Mêrdinê çalakiya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 8'an de berdewam dike. Koma ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de li Parka Karayollari kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Piştî parlamenter kom bûn, polîs hatin qadê û koma HDP'ê dorpêç kirin. Polîsên Tirk her wiha destûr nedan ku rojnameger çalakiyê bişopînin û destûr nedan ku dîmen û wêneşan bikişînin. Polîsan dîsa rojnamger ji qadê dûr xistin û li pêş rojnamegeran bûn asteng. Koma HDP'ê piştî çalakiya rûniştinê wê bimeşin avahiya HDP'ê ya Mêrdînê.