Li Mêrdînê dayika aştiyê Helîme Işik hate destgîrkirin
Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsan girtin ser mala dayika aştiyê Helîme Işık û ew destgîr kirin.
Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsan girtin ser mala dayika aştiyê Helîme Işık û ew destgîr kirin.
Polîsan di sibê de li navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi ser mala dayika aştiyê Helîme Işik de girtin. Polîsan piştî lêgerîna malê Işik destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.
Işik a ku nêzî 3 salan e ji ber gûatira bi jehr a di qirika wê de derketî û girika di serê wê de çêbûyî dihat dermankirin, di 8’ê Sibatê de ji ber girika serê xwe emeliyat bibû û di 12’ê Sibatê de ji nexweşxaneyê derketibû.