Li Meclîsa Elman bi ala YPG’ê axiftin

Parlementer Sevîm Dagdelen a li dijî zextên qedexeker ên li ser sembolê Kurd ên li Elmanyayê axivî, li Meclîda Federal ala YPG’ê vekir.

Parlemetera Partiya Çep (Dîe Lînke) Sevîm Dagdelen a li Meclîda Federal a Elman axivî, Elmanya weke ‘Despota Bosforûs’ pênase kir û hevkariya wê ya li gel Serokkomarê Tirk Erdogan bi zimanekî tund rexne kir.

ŞERVAN SILAV KIR, QEDEXE ŞERMEZAR KIR

Dagdelel a li dijî qedexeya sembolan rabû, bi taybet bal kişand ser qedexeya alên YPG’ê û YPJ’ê. Dagdelen destnîşan kir ku bi salan e YPG li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşînê dike, pesnê şerê şervanên YPG’ê û YPJ’ê yên li di serî de li Koban, Şengal, Reqa û gelek navendên din ên li dijî çeteyên DIAŞ’ê dayîn da. Dagdelen qedexe weke ‘şerm’ da diyarkirin û diyar kir ku divê demildest qedexe bi dawî bên.

Di heman demê de Dagdelen qedexeya alên YPG’ê şermezar kir.

Derxistina ala YPG’ê ya li ser kartonekê ya ji aliy Dagdelen ve ji aliyê gelek parlementeran ve bi çepikan hate destekkirin.

Serokê Meclîsê Walfgang Schaûble yê ku piştî axaftina Dagdelen mafê axaftinê girt, nîşandana parlemeter a ala YPG’ê ya li ser kartona hatî derxistin, di dij destûran e.