Li malê êşkence kirin, destgîr kirin

Li Amedê yek ji kesên ku di operasyona qirkirina siyasî de hate destgîrkirin Resûl Eken e. Hate ragihandin ku di dema destgîrkirinê de êşkence li Eken kirine û bêvila wî şikandine.

Polîsan doh li taxa Bagcilarê ya navçeya Baglar a Amedê bi ser mala Besra Eken de girtin. Polîsan, li malê lêgerîn pêk anîn û Eken û birayê wê Resûl Eken ê ji gundê Miserîkê yê navçeya Çinarê bi lêdanê destgîr kirin. Hat hînbûn ku Besra Eken êvarê hate berdan. Derket holê ku polîsan pozê Eken şikandine û li gel ku birine nexweşxaneyê jî rapora lêdanê nedanê.

Di 8’ê Kanûna 2019’an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsînek dabû dest pê kirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de Fermandariya Leşkerî ya Amedê, li gundên girêdayî navçeyên Çinar, Rezan û Peyasê 24 kes binçav kiribûn. Her bîst û çar kes piştî 12 rojan dibin çavan de mabûn, derxistibûn dadgehê. Ji 24 kesan 21 kes bi angaşta “Endamtiya rêxistinê”, “Alîkariya rêxistinê” û “peydakirina alavên teqemeniyê" hatibûn girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Girêdayî heman lêpirsînê Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Ridvan Ezer, Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mesût Bagcik jî di nav de 16 kes di 13’ê Çileyê hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirina her şadeh kesan cara 3’yemîn hatibû dirêj kirin.