Li Licê du kes hatin girtin
Li Licê du kesên ku bi îdîaya “Endamê rêxistinê ne” hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.
Li Licê du kesên ku bi îdîaya “Endamê rêxistinê ne” hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.
Duh li navçeya Licê ya Amedê cendermeyan bi ser malan de girtibûn, Serhat Kûrt û Ramazan Demîr destgîrkiribûn. Piştî karên li qereqolê Kûrt û Demîr îro sewqî edliyeyê hate kirin.
Îfadeya Kûrt û Demîr li dozgeriyê hate girtin û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sûlhê hate kirin.
Kûrt û Demîr bi îdîaya “Endamê rêxsitinê ne” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.