Li Licê dorpêç û êşkence

Li navçeya Licê ya Amedê leşkerên Tirk gelek tax dorpêç kirine û êşkenceyê li gundiyan dikin.

Li taxên Cinezûr, Derxûst, Hiseynik, Mişirfê yên Licê artêşa Tirk operasyonê didomîne, li taxên ku ji hêla leşkerên Tirk ve hatine dorpêçkirin êşkence li gundiyan tê kirin.

Li ser torên civakî bi hastaga, ''Lice'de İşkence Var'' (Li Licê Êşkence Tê Kirin)  agahî têne parvekirin, tê diyarkirin êşkence û tehdeyê li gundiyan dikin.

Rayedarên Tirk weke her carê li xwe mikur nayên ku êşkenceyê dikin, leşkerên Tirk nahêlin ku kes têkeve nav taxan û derkeve.

Li gorî agahiyan li Taxa Mişirfê gundiyên bi navê Azîze Bozkuş û hevserê wê Mehmet Şah Bozkuş hatine destgîrkirin.