Li Licê 8 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li Licê 8 kesên ku nerazîbûn nîşanî girêdana hejmarker ya dîrekên elektirîkê dan, destgîr kirin.

Polîsên Tirk li Licê ya Amedê 8 kesên ku nerazîbûn nîşanî girêdana hejmarker ya dîrekên elektirîkê dan, destgîr kirin.

Welatiyên duh li Taxa Yenîşehîr kombûn, îro jî li taxên Yenîşehîr, Camîkebîr, Delvan û Kalî kom bûn, nerazîbûn nîşanî xebatên DEDAŞ’ê dan.

Gelek caran welatî ji bo hejmarkerê bi dîrekên elektirîkê ve neyên kirin, bi rayedarên DEDAŞ’ê re civiyabûn. Piştî ku rayedarên DEDAŞ’ê biryar dan ku wê xebatên xwe bidomînin, 2 roj in nerazîbûn zêdetir bûne.

Polîsan 8 kes bi hinceta ku karê DEDAŞ’ê asteng kirine, destgîr kirin. Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Turgut Demîrhan, Oktay Baytûr, Şervan Eşer, Ferît Doman, Mesût Abdukaya, Mehmet Karakeçî û Diayr Sevînç.

8 kesên destgîrkirine birin Midûreyta Emniyetê ya Licê.