Li Licê 35 kes hatin destgîrkirin

Li Licê leşkerên Tirk bi ser malan de girtin û bi kêmanî 35 kes destgîr kirin.

Êrîşên artêşa Tirk ên li ser bejahiya Cinezûr, Derxûst, Hiseynik, Mişref ên Licê ya Amedê ku 9'ê Çile dest pê kirin, didome. Di şerê gerîlayên azadiya Kurdistanê û artêşa Tirk a dagirker de şer derketibû, leşkerek hatibû kuştin û 3 leşker birîndar bûbûn.

Piştî şer leşkerên Tirk bi ser malan de girtibûn û 8 kes bi îdîya ku 'endamên rêxistinê ne' hatin girtin.

Îro jî li navendê û li taxên Derxûst, Xezmaz, Sisê leşekrên Tirk bi ser malan de girtin, derdor bi wesayitên zirxîr dorpêç kirin û bi kêmanî 35 kes hatin destgîrkirin.

Hate gotin kesên ku bi wesayitên zirxî û sivîl hatin destgîkirin birin Qereqola Jandarma ya Navçeyê ya Licê.