Li Lêlkan û Bedlîsê çalakiyên gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan li Lêlkan û Bedlîsê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. HPG’ê diyar kir ku hêzên wan du kontrayên bi navê Remzî Guler û Mahmût Guler jî ceza kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan li Lêlkan û Bedlîsê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. HPG’ê diyar kir ku di van çalakiyan de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

LI LÊLKAN Û BEDLÎSÊ ÇALAKÎ

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me di 6’ê Tîrmehê de li Girê Lêlkanê ya Herêma Bradostê ya Sîdekana Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Di 6’ê Tîrmehê de saet di 12.00’an de hêzên me li dijî bendeke kontrolê ya di navbera Tetwan û Xîzana Bedlîsê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi çekan giran gule li derdorê reşandiye.

DU KONTRA HATIN CEZAKIRIN

Di 4’ê Tîrmehê de hêzên me 2 kontrayên bi navê Remzî Guler û Mahmût Guler ceza kiriye. Di daxuyaniya me ya di 4’ê Mijdara 2017’an de me diyar kiribû ku di 27’ê Cotmeha 2017’an de li qada Lêxasor a Licêya Amedê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerek çêbûye. Di vî şerî de hevalê me Ferhat Kûrtay (Adnan Ûral) piştî berxwedaneke qehremanî şehîd bûbû. Piştî şehadeta hevalê me, hêzên me dest bi lêkolîneke berfireh kirin û gihiştin vê encamê ku kontrayên bi navê Remzî Guler û Mahmût Guler cihê hêzên me ji artêşa Tirk a dagirker re ragihandine û ev kes ji bo tasfiyekirina yekîneya me ya gerîlayan tevî dijmin tevgeriyane. Herdu kontrayên ku ji aliyê hêzên me ve hatine girtin; piştî lêpirsîneke demdirêj sûcên xwe qebûl kirine. Ev kes li xwe mikur hatine ku, wan cihên gerîlayan ji dijmin re ragihandine, li ser navê şivantiyê çûne qadên gerîlayan û agahî dane dijmin.

Artêşa Tirk a dagirker ligel hemû metodan û alavên teknîkî li hemberî Tevgera me ya Azadiyê nikarin encamê bistînin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê kesên ku ji nirxên exlaqî yên civakê bêpar mane, li ser navê kontra û ajantiyê li dijî tevgera me birêxistin dikin. Çapemeniya AKP-MHP’ê cezakirina van kontrayan tîne rojevê û derewa qetilkirina sivîlan derdixe pêş. Ji ber ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi derewên cihê şerekî taybet li Kurdistanê dide meşandin. Di vê serdemê de gelê me û tevgera me nêzî serfiraziyê ne û divê gelê me bi tu awayî xwe nêzî dagirkeran nekin û nebin alava çalakiyên sîxurtiyê yên dijmin.  Zirara ku bidin gelê me û gerîlayê me, ew ê berdêla wê gelekî giran be. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî lîstikên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker bila helwesta xwe diyar bikin.”