Li Kurdan qedexe ye, li AKP'yiyan serbest e!

Di dema Rewşa Awarte de hemû komeleyên Kurdan hatin girtin û destûr nehate dayin ku komeleyên nû werin veikrin. Lê belê komên Îslamî yên tund ên alîgirê AKP'ê bi hêsanî komeleyan vedikin û zextê li gel dikin.

Li Wanê, tevî komeleyên mîna "Ocaxên Welatparêz û Osmaniyan" hejmara komeleyên xweke "Îslamî-Mûxafazakar" bi nav dikin, dema dawî zêde bû. Di dema Rewşa Awarte de avakirina komeleyan hatiye qedexekirin, lê belê bi hêsanî destûr ji rêxistinên wiha re tê dayin. Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Yasîn Aktay di pêvajoya Kobanê de li Wanê civînek kiribû û gotibû, "Bibin xwedî komele û tişta dewlet nikare bike, hûn bikin." Komên Îslamî jî li ser vê yekê komele ava kirin û zextê li civakê dikin. Ev komên ku xwe weke rêxistinên civakî yên sivîl didin naskirin, lê bi vî rengî tevnagerin, eşkere bû ku karên ne fermî dikin.

AKP'Ê JI XWE RE GELEK KOMELE LI HERÊMÊ AVA KIR

Piştî ku li Tirkiyeyê Rewşa Awarte hate ragihandin, Walîtiya Tirk a li Wanê her meh hemû xwepêşandan, meş û çalakiyên demokratîk qedexe kir. Li Wanê ji ber pêkanînên Rewşa Awarte hemû komeleyên Kurdan, dibistan û kreşên Kurdî hatin girtin û zimanê Kurdî hate qedexekirin. Dewleta ku qedexeya li ser Kurdan dişidîne, komele û weqfên xwe diparêze û gelek komeleyên nû vekir.

BOTAN: JI BO MAYINDEKIRINA REWŞA AWARTE VÊ DIKIN

Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Lezgîn Botan diyar kir ku destûr nayê dayin partiyên siyasî li derve daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û got, cihê fikaran e ku di rewşeke wiha de komên alîgirê AKP'ê li her cihî der dibin. Botan got, "Ji bo xurtkirina desthilatdarî û hegemonya xwe vê dikin. Ev 'welatperwer' berê li ku bûn? Dema ku Rewşa Awarte hate ragihandin, darbeya leşkerî kete dewrê, rêveberiya şexsekî derkete holê bûn welatperwer? Ev komên ku berhemên Rewşa Awarte ne, ti pêwendiya xwe bi civakê re nîne. Di nava civakê de meşrûiyet axwe nîne. Hemû saziyên li derveyî xwe girtin. Ji bilî alîgirên xwe, mafê jiyanê nadin kesî. Bi rêya qaşo saziyên civakî yên sivîl ên berhemên Rewşa Awarte ne, dixwazin teslîm bigirin. Ev yek dagirkeriya Rewşa Awarte ye û ji bo mayindekirina Rewşa Awarte têne kirin."