Li Kolnê Cegerxwîn hat bibîranîn

Li bajarê Elmanya Kolnê helbestvanê nemir Cegerxwîn hate bibîranîn. Şeva bibîranînê ji aliyê Meclîsa Jinan a Viyan ve hate organîzekirin.

Li avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Kolnê bi beşdarbûna hunermend, Amele, Hekîm Sefkan, Xelîl Xemgîn û bi sedan Kurdistanî helbestvanê nemir Cegerxwîn hate bibîranîn.

Berpirsyara Komîsyona Çandê Fîlîz Sever axivî , keyfxweşiya xwe anî ziman û Cegerxwîn bi bîr anî. Piştre şanoger Amele axivî û wiha got; “Cegerxwîn mirovekî modern bû. Helbestên xwe de ne tenê Kurdistan, her wiha Wîetnam û Afrîka jî anî ziman.“

Di bîranînê de Xelîl Xemgîn bi dengê xwe yê delal çar klamên ku Cegerxwîn nivîsandiye got.  Xelîl Xemgîn qala çîroka klama Şeva Hîcran kir û ev tişt got; “Min ev strana ji devê Husenî Tofe girt. Ciwantiya xwe cem Seydayê Cegerxwîn ma ye. Awaza helbestan çêkiriye. 77-78an min devê wî girtibû. Min Seyda jî di sala 75-76an li Halebê dîtibû.”

HEKÎM SEFKAN: CEGERXWÎN ÇIMA MEZIN E?

Piştre hunermend Hekîm Sefkan jî qala Cegerxwîn kir û wiha got;  “150-200 sal Kitêbxaneya Kurmancî vala ma. Gelek kêm kitêb derketin. Ew jî helbestvanên mezin nebûn. Cegerxwîn dîwanên xurt nivîsand. Dîsa pir a di navbera Xweda û Kurdistanê ye. Ahmedê Xanî û Melayê Cizirî aşqa Xwedê nivîsî ye. Yekemîn şaîrê bicesaret bû. Aşqa Kurdistanê eşkere dibêje.  Axatî û şêxitî eşkere rexne dike. Cegerxwîn ji bo gelê xwe barê giran da ser milên xwe. Şaîr bû, lê pedivî hebû û Tarîxa Kurdistanê jî nivîsand.”

Eger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek.“ Ev gotin gotinek Cegerxwîn e. Hekîm Sefkan qala çîroka vê gotinê jî kir: ‘’Salên 70’yî di nav Kurdên Rojavayê Kurdistanê de gelek partî hebûn. Partiyên çep, yê rast, yê bêalî... Seyda dixwest Kurd yekîtiya xwe çêbikin. Ji bo vê wiha got.’’

AMELE: DIKARÎ BIBE LORD

Şanoger Amele jî li ser Cegerxwîn axivî û got; “Dema Cegerxwîn şaîr û dengbêj li cem axayan dijiyan. Ji bo axayan klam digotin. Lê Cegerxwîn wisa nekir. Li ber deriyê ti kesî nema. Mirovek serhildêr bû. Wî dikarî bibe lord. Li van tiştan nedigeriya. Marksîzm dixwest û îxanet li îdeolojiya xwe nekir.“