Li Kobanê komxebata yekîtiya neteweyî

Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê wê sibe li Kobanê komxebateke yekîtiya neteweyî pêk bîne ku tevî rewşenbîr, nivîskar, akademîsyenan wê nûnerên partiyên siyasî yên cuda jî tevlî bibin.

Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê di navbera 11 û 12'ê Kanûnê de li Kobanê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspiyan komxebata yekîtiya neteweyî pêk tîne.

Komxebat wê balê bikişîne ser gefên li dijî Kurdistanê bi taybetî Rojava û helwesta Kurdan a li dijî van gefan wê binirxîne. Komxebat wê du rojan dewam bike û tê payin ku hejmareke zêde ya rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rûspî û nûnerên partiyên siyasî tevlî bibin.

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê Leyla Ebdo der barê komxebatê ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku Kurd di pêvajoyeke krîtîk de ne û gavên di vê pêvajoyê de bên avêtin wê werin nirxandin.

Leyla Ebdo got, "Di komxebatê de em dixwazin pêvajoya hesas a ku welatê me tê de ye û karê divê di vê pêvajoyê de bên kirin nîqaş bikin. Di vê pêvajoya krîtîk de em dixwazin helwesta gelê xwe, siyaseta xwe û rewşenbîrên xwe binirxînin."

Leyla Ebdo bi bîr xist ku Kobanê ji bo yekîtiya netewyeî ya Kurdan bajarekî sembole û got, "Li vê herêmê berdêlên giran hatin pêşkêşkirin. Lewma gava destpêkê ya ji bo yekîtiya neteweyî bê avêtin girînge ku ji Kobanê bê avêtin."

Ji endamên komîteya amadekar a komxebatê Mesûd Mihemed ragihand ku wan ji Kobanê gelek kes vexwendine komxebatê û got, "Tevî partiyên siyasî şexsiyetên serbixwe jî hatin vexwendin. Em dixwazin komxebateke berfireh be û tevî guhertinên li herêmê em dixwazin paşeroja xwe jî binirxînin."

Mesûd Mihemed destnîşan kir, ku gelekî girînge gelê Kurd li dora siyaseteke hevpar li hev kom bibe û got, "Li pêşberî hevsegiyên nû yên li herêmê ji bo parastina destketiyên gelên xwe em dixwazin plansaziya xwe nîqaş bikin. Em dixwazin li dora siyaseteke hevpar li hev kom bibin."