Li Kerkûkê semînarek derbarê girîngiya şano û perwerdeyê de hat lidarxistin

Li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê êvarê bi armanca nîşandayina girîngiya rola şanoyê di perwerdeyê de bi dirûşmeya “Şanoya perwerdeya zanistî û pêkanîna wê ji bo têgihandin û fêrkirinê” semînarek hat lidarxistin.

Îro saet 15:30’an li Pirtûkxaneya Karêz ya taxa Bardoxey ya bajarê Kerkûkê bi pêşengiya Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Kerkûkê bi dirûşmeya “Şanoya perwerdeya zanistî û pêkanîna wê ji bo têgihandin û fêrkirinê weke mînak: Projeya diyaloga hizra pir rengî û pir ayînî” hat lidarxistin. Semînar ji aliyê Dr Hawrê Zengene ve hat rêvebirin.

Bi dehan rewşenbîr û kesayetên hunerî û perwerdeyî yên bajarê Kerkûkê tevlê semînarê bûn. Di semînarê de piştî pêşkêşkirina semînarê û behskirina çend mijarên wek bandora huner û şanoyê ya li ser perwerdeyê û pêşketina mirovan di aliyê derûniya civakî û mirovan; derfet hat dayin ku yên amade gotûbêj û pirsan bikin, her wiha balê bikişînin ser mijara semînarê.

Semînar 2 saetan dewam kir. Piştî ku semînar bi dawî bû rêznameyek ji aliyê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Kerkûkê ji ber xizmeta ku ji bo şanoyê kirî ji Dr Hawrê Zengene ra hat dayin.

Têkildarê girîngiya semînarê Pirsporê Şanoyê Dr Hawrê Zengene ji ANF’ê re axivî û got, “Girîngiya vê semînarê di behskirina girîngiya beşekê dikin ku ew jî beşa perwerdeyê ye. Li tevahiya welatên pêşketî de ji bo perwerdeyê xebat tên kirin, ji ber ku pêşketîbûyîna her civakekê ji pêşketina wê ya perwerdeyê tê. Me jî di vê semînarê de behsa perwerdeya zanistî kir ku bi vî cûreya perwerdeyî ya bi rêya şenoyê tê pêkanîn kir, şano beşeke girîng ji nasnameya her çandekê ye.”

Zengene her wiha bal kişande ser pêywendiya di navbera perwerde û şanoyê de û wiha pêde çû: “Em her du beşên perwerde û şanoyê bi hevdu ve girêdidin ji bo ku xizmetê hemû kesimên civakê ji zarok bigire heya ciwanan. Ji ber ku eger zarokek bi rêya şanoya perwerdeyî hest bi berpirsiyartiyê kir wê demê ewê di xwe de berpirsiyartiyê bibîne. Şano jî navenda her baş ji bo têgihandina zarokan e.”

Di dawiyê de Zengene îşaret bi kêrhatiyên şano ji bo têgihîştina perwerdeyê kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî; “Perwerde rêyekî bi bandore ji bo ku diyardeyeke xweşik bedewtir bike û diyardeya kirêt jî heya bi asta ji holê rakirinê kêm bike. Niha perwerde û şano her du jî zanist in. Bi rêya zanista bi navê Şanoya Pedagojîk ango şanoya perwerde û fêrkirinê ku her du jî zanistên perwerde û şanoyê di nava xwe de dihewîne, niha jî pêwîstiya me bi perwerdekirina civakê heye.”