Li Kerkûkê semînera demokrasî û bihevrejiyanê hat lidarxistin

Li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê semînerek derbarê ‘Proseya demokrasî û bihevrejiyanê’ ji aliyê Mihemed Şiwanî ve hat pêşkêşkirin.

Êvara îro saet 15:30’an li Pirtûkxaneya Karêz ya dikeve taxa Barûdox a bajarê Kerkûkê bi tevlêbûna çend kesayetên rewşenbîr û rojnamevan ên Kerkûkê semînerek hat pêşkêşkirin. Semîner ji aliyê nivîskar, rewşenbîr û rojnamevan Mihemed Şiwanî ve bi sernavê ‘Proseya demokrasî û bihevrejiyan û fêrkirina civakê ji bo pejirandina hizrên cuda’ hat dayin.

Derbarê naveroka semînarê nivîskar, rewşenbîr û rojnamevan Mihemed Şiwanî ji ANF’ê re axivî û got, “Îro me li bajarê Kerkûkê semînerek derbarê demokrasî, bihevrejiyan û hevduqebûlkirinê pêşkêş kir. Ji ber ku li ev bajarê me Kerkûk ji ber proseya demokrasiyê li vî bajarî pir kevin nîne, lewma  ji pêvajoyeke pir hestiyar re derbas dibe. Ji sala 2005’an ve cara yekemîn e ku xelkê vê bajarî tevlê proseyekî demokrasiyê bû, lê hêj jî pêwîstiya me bi demokratîkkirina civakê heye.”

Şivanî her wiha bal kişande ser pêwîstiya perwerdekirina nifşê nû yê ciwanan li ser bingehê bihevrejiyanê û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Pêwîstiya nifşê nû yê civaka Kurd bi perwerdê heye, ji ber ku ev nifşê nû hilweşiyaye û asta wê ya welatparêziyê nîne û hewl dide niştîmana xwe biterikîne. Asta hevduqebûlkirina nifşê nû yê civaka Kurd lewaz e, pêwîst e em bizanin ku şer, pevçûn û alozî ziyanê bi her du aliyan digihîne. Pêwîst e hemû xalên erênî bi hevre bên girêbidin da ku bikaribin peywendiya bi hemû pêkhateyan geştir bikin.”