Li Kerkûkê Sakîne Cansiz û hevalên wê hatin bibîranîn
Li bajarê Başûrê Kurdistanê Kerkûkê ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ve belgefîlma têkildarî jiyana Sakîne Cansiz û hevalên wê hate nîşandan.
Li bajarê Başûrê Kurdistanê Kerkûkê ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ve belgefîlma têkildarî jiyana Sakîne Cansiz û hevalên wê hate nîşandan.
Îro li avahiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdsitanî ya bajarê Kerkûkê ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ve belgefîlma têkildarî jiyana Sakîne Cansiz û hevalên wê hate nîşandan.
Endama RJAK’ê Soma Ferhed ji ANF’ê re axivî û got; “Me xwest em bi merasîmekê şehîdên Parîsê bi bîr bînin û bersivekê bidin hikûmeta herêma Kurdistanê ku destûr nade bibîranîn werin lidarxistin û niha çend endamên me ku tevahiya wan jin in, hatine destgîrkirin.”
Soma Ferhed wiha jî got; “Îro em li bajarê Kerkûkê bi awayekî azad û serbilind radigihînin ku di demekê de hêzên Iraqê serdest e merasîma bibîranîna şehîdên Parîsê li dar bixin. Lê li cihê ku desthilatdariya Kurdî lê heye bibîranîn tên astengkirin û destûr nayê dayîn.”