Li Kerkûkê rewşeke nû..

YNK'ê alayên Rêveberiya Herêma ku ji her deverên Kerkûkê hatibû rakirin, bi saziyên fermî ve daleqand.

Piştî referandûma li Başûr hatî kirin artêşa Iraqê, polîsên federal û hêzên Heşdî Şebî di serî de Kerkûk herêmên ku nîqaş li ser wan hene bi dest xistin. Li deverên ku Iraqê bi dest xistin li gel ku li gorî yasayên Iraqê ne qedexe bû jî alayên Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê hate qedexekirin.

HERÎ PIR KÊFA ITC'Ê HATIBÛ

Herî pir ITC ya ku ji hêla MÎT'ê ve hatî avakirin kêfxweş bûbû ku alayên Rêveberiya Herêmî hatibû rakirin.

Piştî bi salek û nîvê şevê dî Rêxistina Kerkûkê ya YNK'ê li avahiyên partiyê û saziyan alayên Rêveberiya Herêmî daleqand.

MAMEND: ME BI BIRYARA XWE HILDA

Endamê Polîtbûroya YNK'ê û Bepirsê Rêxistina Kerkûkê Aso Mamend got, ''Ti astengiyeke yasayî tine ku li Kerkûkê û li herêmên nîqaş li ser hene alayên Kurdistanê werin hildan''.

Mamend got par jî bi fermî dema ku li Keleha Kerkûkê Newroz pîroz kirine, weke salên berê alayên Kurdistanê hildane.

Mamend bi berdewamî got, ''Ji bo alaya Kurdistanê were hildan bi hêzên antî terorê yên Iraqê re ti peyman nehatiye danîn. Bi biryara xwe me ala hilda.''

Mamend bi bîr xist hin avahiyên PDK'ê beriya niha hatibûne valakirin û got, ji bo ku rêxistin û saziyên PDK'ê vegere ti astengî li pêş tine.

ÇIMA NIHA?
Pisporekî siyasî ku nexwest navê xwe bibêje, Sefîrê Tirkiyê yê Bexdayê di ser ITC'ê re li Kerkûkê xeatên taloke dike û her wiha ITC endamên xwe çekdar dike, vê jî bandor li ser rewşeke wiha kiriye. Pispor diyar kir Iraq rê li ber hêzên Kurd vedike da ku vegeriyan Kerkûkê û wiha tê xwestin ku bi vî rengî rê li ber lîstikên gemarî ku Tirkiyê, yên li ser Kerkûkê were girtin.

Pispor got: ''Gav têne avêtin k di serî de YNK hêzên Kurd li Kerkûkê vegerin. Ev gaveke baş e. Lê biya min ji bo ku pêşî li listikên Tirkiyê yên taloke were gritin biryareke wiha hatiye standin. Ji hêla Iraqê ve ev gaveke baş e, biya min di ser Kerkûkê re dîsa wê YNK û Tirkiyê werin pêşberî hev.''