Li Kerkûkê mamosteyan çalakiyek li dar xist

Li Kerkûkê desteya mamosteyên nehatine tayînkirin ji bo qebûlkirina daxwazên wan li dijî Rêveberiya Perwerdeya Kerkûkê çalakiyek li dar xist.

Beşek ji mamosteyên nehatine tayînkirin li ber Rêveberiya Xwendina Kurdî ya Kerkûkê bi navê “Desteya Mamosteyên Nehatine Tayînkirin” çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn, Berpirsiyarê Desteyê Dana Ebdulkerîm daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Dana Ebdulkerîm got, “Berî niha bi çend rojan ji aliyê Rêveberiya Perwerdeya Kerkûkê ya ji ber çendîn mijarên nedadî û nelirêtiyan têkildarî wê nerazîbûn hene, lîsteyeke navên mamosteyên hatine tayînkirin û wezîfedarkirin hat weşandin. Em weke Encûmena Mamosteyên Nehatine Tayînkirin ku em nûnertiya bi hezaran mamosteyên Kurd dikin li hember vê lîsteyê helwesta xwe diyar dikin.

Ebdulkerîm daxwazên mamosteyan wiha bi rêz kir:

* Betalkirina vê lîsteyê.

* Dabeşkirina wezîfeyan divê li gor rêjeya neteweyan be û ya herî baş jî ew e di wezîfedarkirin û tayînkirinê de rêjeya dengên di hilbijartinan de esas bên girtin. Di vê çarçoveyê de pêwîst e ji bo neteweya me ji sedî 50 esas bê girtin.

* Sala 2016’an weke em dizanin 300 pileyên wezîfedarkirinan ji bo bajarok û navçeyan pêk hat. Divê vê carê wiha nebe. Ji ber heke wiha bibe wê şansê tayînkirina ji bo nav bajêr kêm bibe.

Di daxuyaniyê de peyamek jî ji bo Serokatiya Herêmê hat dayîn û helwesta rayedarên herêmê ya têkildarî rewşa mamosteyên li Kerkûkê hat rexnekirin.

Desteya Mamosteyên Nehatine Tayînkirin di dawiya daxuyaniya xwe de ji bo bicihanîna daxwazên mamosteyan 48 saet wext  dan Rêveberiya Perwerdeyê Kerkûkê û hat diyarkirin eger daxwazên wan neyên bicihanîn wê helwestên cidî nîşan bidin û dest bi xwepêşandanên giştî bikin.