Li Kerkûkê komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin

Di çarçoveya çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê li bajarê Kerkûkê çalakiya greva birçîbûnê hat lidarxistin.

Li taxa Derwaze ya bajarê Kerkûkê bi dehan welatiyên bajêr ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê.

Di çalakiyê de li ser navê çalakgeran Omer Hacî Husên axivî û got; “Bi xemgîniyê ve em 23. salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Ocalan bibîr tînin. Di serî de bejna xwe li hemberî şehîdên rêya azadiyê ditewînin. Ev roje ji bo gelê Kurd rojekî reş e û şermezariyeke mezin li ser eniya pergala sermayedariyê ye. Sîstema sermayedarî şerê guhertina sîstemê li hemberî Rêber Ocalan kir, di komployekê de bi tevlêbûna zêdetirê 30 welatan hewl hat dayin ku bi desgrîkirina Rêber Ocalan vîna Kurdan bişkînin, lê nezanîn ku Rêber Ocalan xwedî îrade, hizr û felsefeyeka azadiya mirovatiyê ye û mirovatî xwedî lê derdikeve. Ji ber wê jî beşek mezin ji plana wan dewletan vala derket.”

Omer bal kişande ser berdewamkirina komployên dijmin ên li dijî gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê û wih pêde çû; “Ew êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xwêran a Hesekê ya beriya niha çêbû, beşek bû ji komploya li dijî gelê me li Rojavayê Kurdistanê. Lê bi vîna azadî ya xeta Apoyî ew komplo jî têk çû. Cihê rêzgirtinê ye ku hemû Kurd û kesên azadîxwaz xwedî li azadiya Rêber Ocalan dikin.”

Omer Hacî Husên her wiha îşaret bi çalakiya greva birçîbûnê ya destpêkirinî jî kir û got, “Îro li bajarê Kerkûkê em we xelkê azadîxwaz di çalakiya greva birçîbûnê de ew komploya navnetewî şermezar dikin û daxwaz ji xelkê azadîxwaz dikin ku bi greva birçîbûnê, bi îmzekirin û piştgirîdayina kampanya “Ji Ocalan re Azadî” û bi hemû cure çalakiyan xwedî li Rêberê Azadiya Gelan bikin. Ew roj ji bo xelkên azadîxwaz rojekî reş e, careke din em komploya navnetewî şermezar dikin.”

Piştî axaftina Husên, pirtûkên “Nepeniyên komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an” û “Mirovek ji îrade, mirovek ji volkan” li ser çalakgeran hat belavkirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Îmralî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.