Li Kerkûkê 5 serçete hatin kuştin
Artêka Iraqê ragihand ku li Kerkûkê di êrîşên hewayî de 5 serçeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Artêka Iraqê ragihand ku li Kerkûkê di êrîşên hewayî de 5 serçeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê Yehya Resûl ragihand ku îro di encama bombebarana balafirên şer li Kerkûkê 5 serçeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê Yehya Resûl, navên 4 çeteyên DAIŞ’ê yên hatine kuştin wiha ne, Emîrê Herêma Dubis Ebû Zûbêr, Rêveberê DAIŞ’ê yê Dubis Rimah, Berpirsê Yekeya Leşkerî yê DAIŞ’ê yê Dubis Ebdulrehman û çeteyên DAIŞ’ê yê li Dubis Ebu Xetab.