Li Kerkûkê 4 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin

Navenda ragihandinê ya asayîşa Iraqê ragihand ku li herêma Riyazê ya li başûrê Kerkûkê 4 çeteyên DAÎŞ'ê ku amadekariya êrîşekê dikirin, hatine kuştin.

Navenda ragihandinê ya asayîşa Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku 4 çeteyên DAÎŞ'ê yên amadekarî dikirin ku êrîş bikin di operasyonekê de hatine kuştin.

Duh jî çeteyên DAÎŞ'ê êrîş biribûn ser benda kontrolê ya polîsan a li nêzî gundê Sedûniye ya bajarokê Reşîde ya Kerkûkê. Di êrîşê de 4 polîs û 2 endamên Heşdî Eşarî jiyana xwe ji dest dabûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAÎŞ'ê roja hilbijartina parlamenta Iraqê (12.05.2018)  jî li Kerkûkê teqînek pêk anîbûn û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.