Li Kerkûk-Ceyhanê piştî teqînê şewat derket

Li lûleya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê ku petrola Başûrê Kurdistanê dibe Tirkiyeyê, li pey hev teqînan rû dan. Di encama teqînan de şewat derket.

Çavkaniyekî ewlekariyê ji Reutersê re axivî û diyar kir, şewatê li gundê Ayn Cehş rû daye ku bi 70 kîlometreyî li başûrê Mûsilê ye. Li gorî rayedar şeş teqemeniyên bi destan hatine amadekirin li pey hev teqiyane û piştre şewat derketiye.

Li gorî heman çavkanî şewata li lûleya petrolê ya ku ji gundekî ser bi wîlayeta Nînovayê derbas dibe rû da ji aliyê arkujan ve hatiye vemirandin.

Sewqiyata petrola wîlayeta Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê ber bi Tirkiyeyê ve, bi dagirkirina herêmê ji aliyê artêşa Iraqê ve ya piştî referandûma serxwebûnê ya sala 2017'an rawestiya bû. Di mijdara sala derbasbûyî de di encama lihevkirina hikumeta Bexdayê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê de sewqiyata petrolê ji nû ve dest pê kiribû.