Li Kelarê semînera ‘Komploya navneteweyî û krîza pergalê’

Li navçeya Kelarê semînera ‘Komploya navneteweyî û krîza pergalê’ hate lidarxistin û di semînerê de hate diyar kirin ku sîstema kapîtalîst a cîhanê bi çend projeyên cuda hewla tunekirina Kurdan daye.

Li navçeya Kelar a Germiyan, li Hola Sultan bi pêşengiya Komîteya Azadî Ji Ocalan re semînera ‘Komploya navneteweyî û krîza pergalê’ hate lidarxistin.

Di semînerê de Rojnameger Hesen Cûdî axivî û anî ziman ku sîstema kapîtalîst a cîhanî bi rêya her çar dewletên Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê,  li dijî gelê Kurd çend proje encam daye û got: “Yek ji wan jî înkarkirina gelê Kurd bû, ya din jî qirkirina Kurd bû, bi awayê komkujîkirina Kurd bû.”

Cûdî da zanîn ku piştî ku ev projeyên wan negihîştin armanca xwe, serî li proseya asîmîlesona gelê Kurd dan û wiha got:“ Hewla tunekirina ziman û çanda Kurdî dan. Proseyek din jî sîstema parçekirina xak û neteweyea Kurd bû ku di peymana Lozanê de Kurdistan di nava xwe de kirin çend parçe. Her wiha projeya koçberkirin û sûrgunê jî dan meşandin ku niha nîvê Kudan li derveyî Kurdistanê dijîn.”