Li Kamyaranê kasibkarek jiyana xwe ji dest da

Li bajarokê Kamyaranê kasibkarek dema bi wesayîta xwe kasibî dikir qezakir, di encamê de kasibkar jiyana xwe ji dest da û kurê wî ku di wesayîtê de bû bi giranî birîndar bû.

Hat ragihandin ku îro li bajarokê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistan Kasibkarê bi navê Kûrûş Geşkî xelkê gundê Şîrwane ya girêdayî Kamyaranê, di dema kasibkarî dikir li ser rêya Kûhdeştê qeza kiriye. Di encama qezaya çêbûyî de Kûrûş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha kurê Kûrûş Sîna Geşkî ku ligel bavê xwe di wesayîtê de bû ji ber qezayê bi giranî birîndar bûye.

Tê gotin ku ew kasibkare ji ber ku hêzên rejîma Îranê ketine pey wî û ji bo ku nekeve destê wan bi lezek zêde ajokarî kiriye û bûye sedemê qezayê.