Li kampeke Êzidî lê ne şewat derket: Zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li Kampa Êsiya ya ser bi navçeya Şêxanê şewat derket û zarokek 5 salî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, doh êvarê li kampa Êsiya ya ser bi navçeya Şêxan ya ser bi Duhokê ku koçberên Şengalê lê dimînin, şewat derket.

Hate ragihandin ku şewat ji ber temasa ceyranê pêk hatiye û di encama şewatê de zarokek 5 salî ku xelkê Şengalê bû, jiyana xwe ji dest daye.

Penaberên li kampê dibêjin, ku şewat ji ber têlên kevin ên ceyranê rû daye û bi bîr dixînin ku ji sala 2014'an û vir ve têlên ceyranê nehatine nûkirin.