Li Iraqê hewldanên avakirina hikûmeta nû dewam e

Tevî nakokî û aloziyên di navbera aliyan de ya li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û serokkomariyê dewam dike, pêşketinên nû jî bi xwe re anî.

Demek dirêj e ji bo avakirina hikûmeta nû di navbera aliyên Şîa û Sunnî dîsa de dîsa li ser erka serokkomariyê di navbera aliyên Kurd û aliyên Iraqî de alozî û nelihevkirine heye.

Her ku diçe pir alî li hev dicivin ji bo avakirina hikûmetê û bidestxistina zêdetir wezaretan li hev nakin.

JI BO AVAKIRINA HIKÛMETÊ NÊZÎKATIYÊN NÛ

Hate ragihandin ku Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan wê di rojên pêş de blokek nû bi navê Hevpeymana Aramiyê ya Nîştîmanî ava bike. Armanca vê bloke jî ew e ku parastina yekîtî û serweriya nîştîmanî ya Iraqê ye.

Bi vê lihevkirinê der dikeve holê ku di navbera aliyên Şîa de nêzîkbûn heye û eger li hev bikin rêjeya dengê wan digihêje 130 parlementerî.

Li aliyê din li gel nêzîkbûnên avakirina hikûmet û aliyan jî guherînên nû jî derdikevin holê.

MAFÊ KOTAYA KÊMENETEWAN JI DEST HATIN GIRTIN

Dadgeha Federal a Iraqê bi daxuyaniyek ragihand, ji bo aktîvkirina rola netewî, bidestxistina wekhevî û parastina yekîtiya neteweyî ya Kurdên Êzidî, Şebek û Feylî, Dadgeha Bilind a Federalî biryar da ku nûnertiya van pêkhateyan di parlementoyê de nedestûrî ye û pêwîst e ew û pêkhateyên Xiristiyan û Sabiyan wekhev bin.

Ev biryara dadgehê di demek de ye ku li Parlementoya Iraqê 9 kursiyên kota bi ser Kurdên Êzidî, Feylî, Şebek, Saîbî mendenî û Mesîhiyan de hatiye dabeşkirin, der ket holê.

NAMZETÊN SEROKKOMARIYÊ

Li aliyê din şerê li ser erka serokkomariyê jî dewam e. Parlementoya Iraqê navê 33 namzetên Serokkomariyê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Parlamentoya Iraqê, di serlêdana dema duyemîn de 56 kesan serlêdan kirîbû, lê di 19 kesan de mercên serokkomar nebûn û 4 kesan jî xwe paşde kişandine.

Parlamentoya Iraqê wê hefteya bê dema hilbijartina serokkomar diyar kiriye.

Hêjayî bibîr xistinê ye di navbera PDK’ê û YNK’ê de li ser erka serokkomariyê alozî hebûn. Li gorî destûra Iraqê erka serokkomariyê para YNK’ê ye. Lê PDK vê qebûl nake, li ber vê weke namzet Hoşyar Zêbarî ku bi dizî û gendeliyê dosya li ser hebû, diyar kiribû, piştî Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Zêberî red kir, PDK’ê vê carê endameke Parastinê Rêber Ehmed Xalid Zubêr Barzanî kir namzet. 

Li gorî destûra Iraqê heta serokkomar neyê hilbijartin hikûmeta nû nayê avakirin, ji bo wê niha mijara serokkomariyê bûye girêkorek.