Li Iraqê gorekî komî ku cenazeyê 70 Kurdan li nave hate vekirin

Li qadekî 300 kêlometre dikeve başûrê paytexta Iraq Bexdayê, goreke komî ya dema qirkirina Seddam a li ser Kurdan hete vekirin. Ji gorê hestiyên zarok û pitik jî di nav de nêzî 70 cenaze hatin derxistin.

Doxtor Zaîd El Yûsûf ê ji AFP’ê re daxuyaniyek da got: “Nêzî 70 cenaze ku di nav de jin û pitikên nû hatî dinê û zarokên 10 salî jî hene, hatine derxistin.”

Hate ragihandin ku gor li Tel el Şeyhiye ya dikveve başûrê parêzgeha Musenne ya li ser sînorê Erebîstana Siûdî hatiye dîtin.

Doxtor Yûsûf got: “Li gorî delîlên hatine berhevkirin, derdikeve holê ku sala 1988’an bi komî hatine qirkirin.”

Doxtor Yûsûf bi domdarî got: “Jin çavên wan hatine girtin û gule li serê wan hatine xistin, dîsa li ser bedenên wan şopên ketober gule lê hatine reşandin jî hene.”

Sala 2003’an bi dagirkeriya DYE’yê ya li Iraqê dîktator Seddam Huseyîn ji ber qirkirina 200 hezar Kurdan hate darezandin, hate bidarvekirin. Qirkirin di navbera salên 1987-1988’an de pêk hatiye.

Li gelemperiya Iraqê gorên komî yên ku bi hezaran mirovên ji ol û baweriyên cihê bi komî hatine qetilkirin hene. Piştî qirkirina rejîma Seddam sala 2014’an DAÎŞ’ê hovîtiyeke mezin li seranserî Sûriye û Iraqê kir. Li gorî daneyên NY’yê ya sala 2017’an dibe ji ber êrîşên DAÎŞ’ê 200 gorên komî ku cenazeyên 12 hezar kesî li xwe bigirin li dû xwe hiştibin.

Li gorî daneyên fermî, di navbera salên 1980 û 1990’an rejîma Seddam nêzî 1 milyon kes qetil kiriye. Hê jî xizmên van kesan nizanin cenazeyên xizmên wan li kû ne.