Li Hollandayê perwerdeya jinên Kurd

Jinên Kurd der barê dîroka jinê û tundiya li jinê tê kirin li Hollandayê li hev kom bûn û sê rojan perwerde dîtin.

Perwerdeya jinên Kurd ji 6 heta 8'ê Kanûnê bi beşdariya jinên ji Hollanda û Belçîkayê pêk hat.

Tevî perwerdeyê her wiha ji bo zarokan jî bername û lîstok hatin amadekirin.

Jinên Kurd di nava sê rojan de di mijarên "Jineolojî, tundiya li jinê, xweparastina jinê û pergala jiyana komunal" de xwe perwerde kirin.

Di roja yekemîn de dersa "Jiyana komunal", "Dîroka jinê" "Ekolojî" hatin nirxandin.

Her wiha pergala Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd bi berfirehî hate nirxandin.

Mijarên roja duyemîn a perwerdeyê "Dîroka jinê" û "Xweparastina jinê" bûn.

Jinên beşdar bi baldarî tevlî nîqaşên perwerdeyê bûn.