Li Hîldesheîmê şeva 'Piştgiriya bi Rojava' re

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê ji bo piştgiriya bi şoreşa Rojava re şeveke girseyî pêk hat.

Ji bo xwedîderketina li şoreşa Rojava û şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê şevek pêk hat.

Salona şahiyê bi alên YPG û YPJ'ê hate xemilandin û li standan jî cil û bergên Kurdî hatin nasandin.
Ji NAV-YÊK'ê Cahît Zerdeştî li qadê axivî û bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku di 9'ê Cotmehê de li dijî Rojava dest pê kir.

Zerdeştî ragihand ku gelê Kurd û dostên wan bi berxwedaneke mezin li ber dagirkeriyê rabûn û got, "Kurd êdî azad in û sînoran nas nakin. Dijmin çiqas har dibe bila bibe wê êdî têk biçe. Gelê Kurd wê li çar parçeyên Kurdistanê bi ser bikeve."

Piştî axaftinan sînevîzyonek hate nîşandan û piştre Dîlan, Silav Rojava, Azad Bedran, Tûncer Yalinkiliç, Ozgur Comert, Emîn Efrînê, Bavê Ronî, Ziyadîn Dogan, helbestvan Kadîr Şêrî (Soranî), Govenda Koma Azadî derketin ser dikê.

Şahî bi dîlanên ciwanan û slogana sereke “Bijî Serok Apo“ saet di 19 de bi dawî bû.