Li Hîldesheîmê meş: Fersenda dîrokî ye, em dîktatoriyê hilweşînin

Kurdistanî û dostên wan li Hîldesheîmê ji bo HDP’ê û wekîlên rehînkirî meşiyan. Di mîtîngê de hate gotin li dijî dîktatoriyê teqez dive biçin ser sendoqan

Li Elmanya Hîldesheîmê ji bo wekîlên HDP’ê yên rehîn meşek hate kirin.
Meşê li ber gara Trênê dest pê kir û heta bi qaa mîtîngê ya Marktê dom kir. Kurdistanî bi pankart, dowîzan, bi dirûşmenya meşiyan. Meş ji hêla Komuna Jinan a Şehîd Meryem ve hate organîzekirin. Di meşê de dirûşm ji bo HDP’ê û Demîrtaş hatin berzkirin.

 ‘DIVÊ JIN ERDOGAN Û ÇETEYÊN WÎ TÊK BIBIN’

Li qada mîtîngê Berdevka Meclîsa Jinan a Şehîd Berçem Cîlo Hekîme Ûsiv axivî û got, ‘’Hemû jin û dayin li dijî komkujiyên li Kurdistanê divê serî rakin. Erdogan ê xwînxwar 15 hezar Kurd kuştin. Hemû jin divê rabin ser piyan. Dengê me ji bo Demîrtaş û HDP’ê ye.’’

Endamê NAV-DEM’ê Altûn Bîschoff jî got, ‘’Li dijî dîktatorî û faşîzmê fersendeke dîrokî ketiye dest me, divê ev fersend were bikaranîn, divê em mohra xwe li hilbijartinê bixin û faşîzmê bavêjin ser sergoyê.’’

Serokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer jî got, ‘’Heta 24’ê Hezîraê rojeva me divê ev be; ‘’te dengê xwe da?’’ û ji bo em morale bidin welatiyên xwe yên li Kurdistanê divê em biçin ser sendoqan.’’