Li Hezexê operasyona qirkirina siyasî: 3 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di operasyona qirkirina siyasî de 3 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di operasyona qirkirina siyasî de 3 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser taxa Tûrgût Ozal û li gelek malan operasyona qirkirina siyasî kirin.
Di operasyonan de Meryem Malgaz a 65 salî, Hamdiye Karabaş û Hamza Kaşak hatin destgîrkirin.
3 kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê. Fikar hene ku hejmara kesên destgîrkirî zêde bibe.