Li Hewramanê kolberek din jiyana xwe ji dest da

Duh şev komek kolber li herêma Nodşe ya Hewramanê dikevin kemîna hêzên Îranê. Di encamê de kolberek dilê wî radiweste û li heman cihî jiyana xwe ji dest dide.

Hat ragihandin ku duh bi şev li herêma Nodşe ya girêdayî Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê komek kolber dikevin kemîna hêzên rejîma Îranê.

Di dema ku ew kom dikeve kemînê, yek ji kolberan ê bi navê Şewket Qurbanî yê xelkê gundê Dizrawe a girêdayî Nodşe ji ber tirsiya û barê wî giran bû dilê wî radiweste.

Li gorî agahiya Kolbernewsê ku xwe dispêre agahiyên ku ji hevalên wî yên komê girtî, Qurbanî destpêkê bêhna wî çikiyaye û wan xwestiye wî rakin nexweşxaneyê, lê fermandarê hêzên rejîma Îranê yê bi navê Seîd Cemalî ku ji gundê Kengawer a girêdayî Kirmaşanê ye rêgirî li wan kiriye, ji ber wê piştî çend saetan Şewket Qurbanî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.