Li Hewlêrê kesên ku ji ber lehiyê mirin bûne 11

Li Başûrê Kurdistanê Hewlêrê ji ber lehiya ku rabûyî 11 kes mirin.

Li gorî agahiyên ku rayedarên xwecih dane, berevaniya sivîl xwe gihandine cenazeyê 2 kesên winda. Hate diyarkirin ji van yek jê Filîpînî ye û yek jê welatiyê Tirkiyê ye.

Bi vî rengî kesê kun bû ji ber lehiyê mirin bûne 11. Beriya niha hatibû ragihandin 8 kes mirine.

Di nav kesên mirî de jin û zarok jî hene. Ji berevaniya sivîl jî 4 kes dema xebatan de birîndar bûn.

Lehî li rojhilatêbaşûr ê Hewlêrê rabû. Rayedaran hişyarî dan ku wê şilî bidome.

Dema lehiyê gelek kesan malên xwe berdan û ziyaneke mezin a aborî çêbû. Hê jî hemû kesên winda nehatine dîtin.