Li Hewlêrê cenazeyê aktîvîstekî Kurd hate dîtin, şopên êşkenceyê li ser hene

Aktîvîstekî ji Rojhilatê Kurdistanê ku li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê du roj bûn agahî jê nedihate girtin, cenazeyê wî hate dîtin. Li ser bedena aktîvîstê Kurd şopên giran ên êşkenceyê hebûn.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, aktîvîst Ehmed Bêxem ê ji bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi navê Heval Kejwan dihate naskirin, cenazeyê wî 31'ê Kanûnê li Hewlêrê hate dîtin.

Çavkaniyekî nêzî malbata Ehmed Bêxem diyar kir ku du rojan wan agahî jê nedigirtin û polîs li malbatê geriyane û jê re agahiya mirina Ehmed Bêxem dane.

Çavkaniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, got "Li ser bedena Ehmed şopên êşkenceyê hebûn. Bedena wî şîn û reş bûbû û li gorî îdîayê, bi êşkenceyê hatiye kuştin."

Cenazeyê Ehmed Bêxem li Qeladizê bi lez hate veşartin. Li gorî agahiyên ku hêzên ewlekariyê dane malbatê, agahiyên têkildarî bûyera kuştinê wê di nava 20 rojan de bi malbatê re parve bikin.

Ehmed Bêxem ê ji Rojhilatê Kurdistanê di dema seferberiya Kobanê de çûbû Rojava û tevlî YPG'ê bûbû.