Li Hewlêrê bi çekan êrîşî parlementer Marûf hate kirin

Li Hewlêrê komeke bi çek êrîşî parlementer Rabûn Marûf kirin. Marûfê ji serê xwe birînar bû, ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Rabûn Merûf ê despêkê YNK û piştre jî derbasî Tevgera Goran bibû û niha jî di Partiya Nifşê Nû de cih digire, li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê dema ji bo propagandakirina hilbijartina 12’ê Gulanê daxuyaniyeke çapemeniyê dida, komeke bi çek û keviran êrîşî wî kirin. Marûf ê di êrîşê de ji serê xwe birîndar bû, ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên şahidan, hate diyarkirin ku koma êrîşî Marûf kirî ji sîteya ku weke gundê Îngilîz ê li Hewlêrê tê zanîn, derketine.

ÊRÎŞÊN BERIYA HILBIJARTINÊ ZÊDE DIBIN

Ji roja destpêk a ji bo propagandakirina hilbijartina 12’ê Gulanê û vir ve li Hewlêrê Midûrê Karê Rêveberiyê yê Desteya Hilbijartina Bilind Faris Muhemmed ê YNK’yî, li pêşiya Family Mollê hate kuştin. Piştre jî Dr. Kamuran Berwarî yê namzetê Nifşê Nû li Zaxoyê bi kevir û daran êrîşî wî hatibû kirin.