Li Heskîfê bi girseyî meşîn sûc e: 19 kes hatin destgîrkirin

Rejîma Tirk li Heskîfê bi girseyî meşîna li cihên dîrokî weke sûc îlan kir. 19 ciwan bi hinceta ‘bi girseyî meşiyan’ polîsan li wan dan û destgîrkirin.

Heskîf a xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye, dixwazin bi bendava Ilisû vê dîrokê tine bikin.

19 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Jinên Ciwan ên HDP’ê yên ji Stenbol, Wan, Amed û Êlihê ku biçin Êlihê tevlî çalakiya nobedê ya bi armanca rizgarkirina qadên dîrokî bibin, hatin destgîrkirin.

Ciwanan piştî li Rêxistina HDP’ê ya navçeya Heskîfê daxuyanî dan û şûnde berê xwe dan cihên dîrokî bigerin, polîsan êrîş bire ser wan.

19 ciwanên di dema gerîna li şikeftên dîrokî  de bi hinceta ‘Bi girseyî meşîn qedexe ye’ lê dan û hatin destgîrkirin. Ciwan birin Midûryeta Emniyetê ya Navçeyê.