Li herêmên cihê yên Rûsyayê çalakiyên 15’ê Sibatê

Kurdên li Rûsyayê dijîn bi çalakiyên cihê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Kurdên li Rûsyayê dijîn bi çalakiyên cihê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku heta azadiya Rêbertiya xwe ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

MOSKOWA

Li Moskowayê ya ku paytexta Rûsyayê ye Kurdan bi civîneke gel komplo şermezar kirin û diyar kirin ku îro ji bo wan rojeke reş e. Siyasetmedar Ferman Xerzan di civînê de axivî û got ku “Ev komplo ji sala 1999’an û vir ve didome. Milîtanên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya Apoyî li hemberî vê komployê her dem têdikoşin û heta ev têkoşîn bi ser bikeve, wê ev têkoşîn bidome.”

Xerzan diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya li hemberî hêzên komploger geştir bikin.

KRASNODAR

Kurdên li bajarê Krasnodarê ya Rûsyayê dijîn wekî Kurdên li welat û bajarên din ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek dan.

Endamê Otonomîya Çanda Kurdan Îşxanae Aslan û endamên Meclîsê Abdurehman Alîyev û Temir Gasanov di daxuyaniyê de axivîn. Axaftvanan diyar kirin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî hemû gelê Kurd polîtîkayeke îmhayê tê birêvebirin û bal kişandin ser vî tiştî ku ev komplo ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pûçkirin.

PLATNÎROVSKAYA

Li bajaroka Platnîrovskaya ya herêma Krasnodarê jî Kurdan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek dan. Di daxuıyaniyê de Hevseroê Meclîsa Kurdan a bajarokê Tahîr Newroz axivî. Newroz got ku “Wê gelê Kurd heta azadiya Rêbertiya xwe têbikoşin. Kurdên li Rûsyayê heta dawiyê girêdayî Rêber Apo ne û wê ji bo azadiya wî her dem têbikoşin. Wekî ku tê zanîn ev komplo ji aliyê DYE, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê hatibû kirin.”