Li Herêma Kurdistanê 10 nexweşên bi koronavîrusê hatin tespîtkirin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku li herêma Kurdistanê 10 nexweşên koronavîrusê hatine tespîtkirin.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku li herêma Kurdistanê 10 nexweşên koronavîrusê hatine tespîtkirin.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê derbarê nexweşên koronavîrusê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Herêma Kurdistanê 10 nexweşên koronavîrusê hatine tespîtkirin. Hate diyarkirin li Silêmaniyê 2, li Derbendîxanê 7 û li Çemçemalê jî nexweşek hatiye tespîtkirin.