Li herêma Karabaxê şerekî dijwar diqewime

Azerbaycanê li herêma Karabax a Çiyayî ku Ermen lê ne, dest bi operasyoneke mezin kir. Ermen dibêjin ku wan kirine ku artêşa Azerbaycanê 'windahiyên giran' bide

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku wan 'li hemberî xeta eniyê dest bi operayonekê' kirine. Wezaretê îdîa kir ku armanca wan ew e, "Dawî li karên leşkerî yên artêşa Ermenistanê bînin û ewlehiya sivîlan pêk bînin."

Li gorî daxuyaniyê, di dema şer de helîkoptereke Azerbaycanê ketiye xwarê, lê belê personelê tê de bi saxî filitîne. Di heman daxuyaniyê de hate îdîakirin ku 12 bataryayên parastina hewayî yên Ermenan hatine îmhakirin.

BOMBARDÛMANEKE GIRAN HEYE

Artêşa Azerbaycanê sibê zû li qada şer bombardûmaneke giran kiribû.

Berdevkê Wezareta Karabax a Çiyayî diyar kir ku artêşa Azerbaycanê bombe li paytext Stepanekertê barandiye.

Berdevk got, "Hêzên çekdar ên Karabaxê heta niha planên Azerbaycanê têk birine û kirine ku windahiyên giran bide."

ERMENISTAN: ME DU HELÎKOPTER XISTIN

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 2 helîkopterên Azerbaycanê li herêmê xistine.

Ermenistan û Azerbaycan ji destpêka salên 1990'î ve li ser herêma Karabax a Çiyayî şer dikin ku piraniya şêniyên wê herêmê Ermen in. Vê herêmê sala 1991'ê bi piştgiriya Ermenistanê bi rengekî yekalî serxwebûna xwe ragihand. Di şerê bi Azerbaycanê re derdora 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Şer sala 1994'an bi agirbestê bi encam bû.

ALIYEV GEF XWAR

Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev roja înê Ermenistan sûcdar kiribû ku hevdîtinên aştiyê yên li ser Karabaxê têk biriye û gefa bersvidanê xwaribû.

Serokkomar îdîa kir ku armanca Ermenistanê ew e ku 'bi deh hezaran kesî ji bo êrişa li dijî Azerbaycanê amade bike."

PIŞTÎ KU DEWLETA TIRK ÇETE ŞAND HERÊMÊ...

Ev gefa dawî piştî wê yekê hate xwarin ku dewleta Tirk li dijî Ermenistanê gelek çete şand Azerbaycanê. Herî dawî sibeha 22'ê Îlonê 50 çete ji Efrîn a dagirkerî şandibû Azerbaycanê. Her wiha ji bo hin komên din jî bişîne ketibû nava liv û tevgerê.