Li Helsînborgê damezirîna PYD'ê hate pîrozkirin

Salvegera 16'an a damezirîna PYD'ê (Partiya Yekîtiya Demokratîk) li bajarê Helsînborgê yê Swêdê hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya ku li lokala Navenda Civaka  Kurd a Demokratîk a Helsînborgê pêk hatî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Çekjîn Qamişlo li ser navê PYD'ê axivî û got, PYD bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin, bi têkoşîna gelê Kurd û şehîdan û bi fedekariya wan di nav 16 sala nde pir bi pêş ve çûye.

Qamişlo diyar kir, jy ji damezirîna wê ve hêzên paşverû û mêtinger zext û êrîş anîne ser wan, gelek rêveber û endamên wan girtine û qetil kirinelê gelê kurd û şoreşgerên Rojava her demê li partiya xwe xwedî derketine û êrîşên paşverû faşîstan şikandine.

Qamişlo got di serî de dewleta Tirk hêzên paşverû û mêtinger ên li herêmê dixwazin deskeftiyên Rojava ji holê rakin û bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku li dora PYD'ê û şoreşa Rojava kom bibin.

Piştî sînevizyona bi naveroka Şoreşa Rojava û destkeftiyên gelên Bakurê Sûriyê Koma Kobanê stran gotin.