Li Heftanînê dagirkerek hate cezakirin

Gerîlayên YJA Starê li Heftanînê çalakiyeke sûîqestê lidar xistin. Di encamê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya pêngava KJK'ê de ya, 'Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina jin a azad, civaka azad e',

19'ê Mijdarê saet di 13:00 de li herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Kartal ê li qada Bektoryayê, hêzên me yên YJA Starê bi rêbaza sûîqestê çalakî kirin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin."