Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Heftanînê 7 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de 20'ê Tebaxê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Hate ragihandin ku 7 dagirker hatine cezakirin, 3 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Li dijî operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker, ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin, hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 20'ê Tebaxê çalakî pêk anîn. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

Hêzên me saet di 08:00 de li derdora gundê Banikeyê leşkerên artêşa TC a dagirker xistin bin kontrola xwe. Li dijî leşkerên dagirker ên xwestin bikevin nava gundê Banikeyê, li qada navbera Pîrbûla û Banikeyê, hêzên me çalakî kirin û ji cihekî nêz ve derbên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 5 dagirker hatin cezakirin.

Hêzên me her wiha baskê 2'emîn ê dagirkeran ku li qadê tevdigeriya, xistin bin kontrola xwe û piştre bi rêbaza sabotajê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de jî bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker hatin cezakirin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Hevalên me Mizgîn û Zana ku ji roja destpêkê ya operasyona dagirkeriyê ve li qadê bûn û mohra xwe danîn binê berxwedaneke mezin, di vî şerî de bi rengekî fedayî şer kirin û derbên giran li dijmin xistin. Hevalên me Mizgîn û Zana di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin."