Li goristaneke Amedê tûpên xwînê hatin dîtin
Li Goristana Yenîkoyê ya Baxlarê li beşa 'bêkesan' hate ragihand tûpên tije xwîn di bin axê de veşartî hatine dîtin.
Li Goristana Yenîkoyê ya Baxlarê li beşa 'bêkesan' hate ragihand tûpên tije xwîn di bin axê de veşartî hatine dîtin.
Li gorî nûçeya Jinnewsê sibehê şêniyên taxê yên ku çûne Goristana Yenîkoyê li beşa 'bêkesan' a goristanê tûpên tije xwîn di bin erdê de veşartî hatine dîtin.
Hate diyarkirin li ser tûpeke xwînê nivîsa ''Alî Demîr'' hatiye ditin.
Malbatên ku serdana goristanê kirin dibêjin tûpên xwînê dibe ku yên gerîlayên şehîd ên HPG'ê bin, tûp dibe ku mînaka xwînê bin ku ji bo teşhîskirina cenazeyan ji malbatan hatibin standin.