Li girtiyê bi nexweşiya giran û astengdar mirin tê ferzkirin

Girtiyê bi nexweşiya giran Îbrahîm Yildirim ku ji sedî 96 astengdar e û li gel rapora 'nabe li girtîgehê bimîne' nayê berdan, li Girtîgeha Xarpêtê mirin lê tê ferzkirin. Hevsera wî Asli Yildirim got, "Em dixwazin dawî li vê neheqiyê bê anîn."

Girtîgehên sîstemê ji hêmaneke sîstema edaletê wêdetir weke amûreke tundiyê ya desthilatdariyê ku li ser bedena girtiyan dimeşîne, tê bikaranîn. Girtiyên nexweş ên li zindanan, tevî ku Saziya Tipa Edlî rapora 'nabe ku li girtîgehê bimîne' daye wan jî, nayên berdan. Lewma girtîgeh veguherîne 'cihê mirinê' û agahiyên mirinê ji girtîgehan tên belavkirin.

Girtiyê nexweş Mehmet Hanefî 30'ê Çileyê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hate qetilkirin. 2'ê Sibatê jî girtiyê bi nexweşiya giran Tûrgay Denîz li Girtîgeha Metrîsê ji hişê xwe çû û li Nexweşxaneya Nexweşiyên Sîngê ya li Yedîkûleyê jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din, ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê li wan hatiye birîn qediya ye lê nayên berda malbatên girtiyan li Wanê 56 roj, li Amedê jî 81 roj in nobeda edaletê dewam dikin.

Yek ji girtiyên bi nexweşiya giran Îbrahîm Yildirim (67) ku ji sedî 96 ê bedena wî astengdar e, li Girtîgeha Tîpa F a Xarpêtê mirin lê tê ferzkirin.

Hevsera Îbrahîm Yildirim Asli Yildirim ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew ji jiyana hevserê xwe fikaran dike.

Yildirim anî ziman ku polîsan di salên 90'î de timî diavêtin ser mala wan, êşkence li kurê wan dikir, ew destgîr dikir û got, "Bedena wî timî şîn û reş dibû. Timî zexta psîkolojîk li kurê min kirin. Ew destgÎr dikirin û timî jê dipirsîn, 'te kî dîtin, li ku dîtin' û sîxurî lê ferz dikirin. Em neçar man ku kurê xwe bişînin derveyî welat. Ji bo careke din tiştên bi vî rengî bi serê zarokên min neyê di nava şert û mercên giran de min ew şand. Di bin vî sîwanî de ez bi tenê mam. Eger ev nehatibû serê me min ti carî nedişand. Ji min hebû ku qediya, min digot ku careke din neavêjin ser malê, lê vê carê heman tişt anîn serê hevserê min ê nexweş û astengdar. Bi îdîaya ku tevlî merasîmên cenazeyan bûye. Li Dersimê her kes xizmê hev e, hev nas dike. Em çawa tevlî merasîma cenaze nebin? Sibeha îro ye, eger em tevlî nebin em ê çawa li rûyê mirovan binerin? Hevserê min tevî ku ji sedî 96 astengdar e, ew girtin."

'EZ JI JIYANA WÎ BI FIKAR IM'

Yildirim diyar kir ku hevserê wê tevî ku nexweş û astengdar e 5 sal in girtî ye û li ser binpêkirina mafên mirovan a ku tê ferzkirin wiha axivî:

"Hevserê min ji sedî 96 astengdar e, ji ber ku nikare pêwîstiyên xwe bi xwe bi cih bîne, hevalên pê re alîkariya wî dikin. Tumor li ser mejiyê hevserê min heye û ji ber emeliyatên lê hate kirin çavekî wî nabîne, çavê din jî kêm dibîne.

Tevî ku di rapora nexweşxaneya dewletê de hate ragihandin ku ji sedî 96 astengdar e, ji me xwestin ku em ji nexweşxaneya zanîngehê jî raporê werbigirin. Tevî ku em gelek caran çûn nexweşxaneyê rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' dan. Nexweşxaneyên dewletê jî, nexweşxaneyên wan jî tevî vê yekê qebûl nekirin.

'HIŞÊ ME LI GIRTÎGEHÊ YE'

Asli Yildirim got, "Ji ber Covîd-19 piştî ku dibin nexweşxaneyê û vedigerînin wî dixin karantînayê, kes li gel wî nikare bimîne. Aqlê me timî li girtîgehê ye. Gelo sax e? Ji ber ku nabîne gelo ketiye erdê? Mirov timî li tiştên bi vî rengî difikire. Bi rojane pirsên bi vî rengî tê bîra mirovan. Em ji jiyana wî bi fikar in. Hevserê min nexweş e û tevî ku cezayê wî dikeve binê salekê jî hîn girtî ye. Li gel mafê qanûnî yê girtiyan jî, heta ku cezayê wan biqede wan girtî dihêlin. Ev kiryar tenê li dijî girtiyên siyasî tê kirin. Tecawizkar, diz hemû li derve ne."

'BILA AGAHIYA MIRINÊ NEYÊ'

Yildirim herî dawî girtiyên li girtîgehan hatin qetilkirin bi bîr xist û got, "Em ditirsin. Em dixwazin dawî li vê neheqî û bêhiqûqiyê bînin. Hevserê min nikare li girtîgehê bimîne. Em naxwazin agahiya mirinê bê." Yildirim xwest hevserê wê bê berdan.