Li girtîgehên Wan û Mereşê zext û êşkence

Ji girtiyên li Wanê Aydin Çûbûkçû tevî ku ji sedî 82 astengdar e nayê berdan. Li Girtîgeha Turkoglû jî ava germ nadin girtiyan.

Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê girtiyê nexweş Aydin Çûbûkçû (62) tevî ku bi nexweşiyên giran e nayê berdan. Çûbûkçû yê ku 36 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn nêzî 30 sal in girtî ye. Çûbûkçû ji girtîgehê nameyek nivîsî û qala pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê kir.

Çûbûkçû anî ziman ku salên dûr û dirêj e nikare bi malbata xwe ya li Êlihê re hevdîtinê bike û ji ber girtîmayina demdirêj gelek nexweşiyên kronîk lê der bûne.

Çûbûkçû diyar kir ku jiyan lê bûye mîna êşkenceyê û got, "nexweşiyên Kronîk Hepatît B, hîpertansiyon, kîstê di mejî de, prostat, KOAH, ulser, vertîgo, nedîtina çavê rastê, ji sedî 50 kêmbûna ronahiya çavê çepê piştî emeliyatê" pê re hene.

Herî dawî li Nexweşxaneya Yuzuncu Yil a Wanê rapora ji sedî 82 astengdar e jê re hate dayin.

MEREŞ

Ji girtiyên li Girtîgeha Tîpa L Hejmara 1'ê ya Turkoglû ya Mereşê Baran Gul bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirinên mafên mirovan kir.

Baran Gul diyar kir ku ava germ nadin wan, yên ku du derzî li xwe nexistine nikarin tevlî hevdîtinan bibin û hevdîtin jî tenê 20 deqeyan dewam dikin.

Baran Gul got, "Di hevdîtina vekirî de ji me re gotin 'Hûn ê malbata xwe hembêz nekin, bi destê hev negirin'. Zexteke giran heye."