Li girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 rojin di greva birçîbûnê de ne

10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 ya Rihayê li dijî pêkanînên êşkenceyê 3 roj beriya niha dest bi greva birçîbûnê kirine, ragihandin ku heta daxwazên wan tên qebûlkirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 ya Rihayê tên ragirtin, li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtiyên ku bi malbatên xwe re hevdîtin kirin, ragihandin ku 10 girtiyan di 8’ê tebaxê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên pêşwazîkirin wê çalakiya xwe bidomînin. Girtiyan ragihandin ku sedemê ketina wan a çalakiya greva birçîbûnê nêzîkatiyên dozger û midûrê girtîgehê û binpêkirina mafên wan e.

KIRYARÊN ÊŞKENCEYÊ

Girtiyan destnîşan kirin ku zext veguherîne îşkenceyê û binpêkirinên mafan wiha rêz kirin:

“* Ji nexweşxaneyê re û ji bo tedawiya me ya diranan, me sewk nakin,

* Bi awayekî keyfî înfaz 6 mehan tên dirêjkirin,

* Di cejnên Remezan û Qurbanê de tevî hevdîtinên vekirî, nedayîna mafê telefonê yê zêde,

* Astengkirina nameyên hundirîn,

* Nekirina guhertinên odeyan,

* Destdanîna îdareyê ya ser klîma û perwaneyên ku beriya niha ji kantînê firotine û neçar dihêle ku yên nû bistînin,

* Me neçar dihêlin ku em tiştên vexwarinê yên germ ji kesên hatine serdana me re bibin (di şertên demsalê de av, kola, ava fêkî nikarin têxin dolabê de)”

NAVÊN GIRTIYÊN KU DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE

Navên girtiyên ku ketin çalakiya greva birçîbûnê wihane: “Îdrîs Dûrûk, Emîn Çetîndaş, Omer Aslan, Sûat Berlik, Selamî Çîftçî, Mazlûm Dogan Taniş, Şervan Muhammed, Emîn Korkmaz, Lokman Ayebe û Abdûlselam Demîr.”