Li Girtîgeha Hewlêrê 80 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Girtîgeha Giştî ya Hewlerê 80 girtiyên ku di nav wan de girtiyên Behdînanê jî hene, bi dirûşma "Yan azadî an mirin" dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li Girtîgeha Giştî ya Hewlerê komek ji girtiyên Şêladizê li gel 75 girtiyên din ên Behdînanê bi dirûşma "Yan azadî an mirin" dest bi greva birçîbûnê kirin. Nûnerê Girtiyên Behdînanê Ayhan Seîd, bi daxuyaniyek ragihand di girtîgeha Asayîşa Giştî ya Hewlêrê de 5 çalakvanên Şêladizê ku nêzî salek û sê meh in girtine, li gel 75 girtiyên din ên Behdînanê bi dirûşma ‘Yan azadî, yan mirin’ dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, salek û sê meh in pênc girtiyên Behdînanê ku xelkê Şêladizê ne (Mehmud Nacî, Emced Yusif, Nêçîrvan Bedîh, Yusif Şerîf û Kovan Tariq) ji ber azadiya fikir û tevlibûna xwepêşandanê hatine revandin, bêy ku werin darizandin di girtîgeha asayîşa giştî de tên girtin.

Di daxuyaniyê de bang li saziyên mafên mirov, Netewên Yekbûyî, nûnerên welatan ên li Herêm û Iraqê tê kirin ji bo azadkirina tevayî girtiyên bi neheq di girtîgehê de ne, bikevin nava hewildanan.