Li Girtîgeha Amedê êşkence li girtiyan hate kirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Amedê destê girtiyan xistin kelepçeyê û êşkence li wan kirin.

Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê gardiyanan êriş biriye ser girtiyan. Hat ragihandin ku di 31'ê Çileyê de gardiyanan avêtiye ser qawîşan û di dema avêtina ser qawîşan de ji paş de destê girtiyan kelepçe kirine û li cihekî bê kamera êşkence li girtiyan hatiye kirin. Girtiyê bi navê Abdulazîz Tektaş ku telefonî malbata xwe kir û ragihand ku êşkence li wan hatiye kirin.

Tektaş, diyar kiriye ku gava xwestine li aqûbeta hevalekî xwe yê sewqî girtîgeheke din hatiye kirin bipirsin, gardiyanan êriş aniye ser wan. 

Tektaş jî li ber vê rabûye û piştî vê di navbera wî û hevalên wî û gardiyanan de niqaş çêbûne. Piştî nîqaşê gardiyanan ji paş destê Tektaş û hevalên wî kelepçe kirine û wan birine cihekî bê kamera. Malbata Tektaş, diyar kir ku kurê wan ji serê xwe û pişta xwe derb xwariye. 

Malbatê diyar kir ji ber vê êrişê wan daxwazname dan.